Li Tirkiyê hejmara pêketiyên Covid-19ê zêde dibe: 1412 pêketiyên nû

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 19 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 58 kesan

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 19 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 58 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 20ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1412  kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 254 hezar û 520 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 882 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 234 hezar û 797 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Hejmara pêketiyên koronayê ku di nav vê hefteya dawî de rojane nêzîkî 1245 bû, niha 1400î derbas kir. Li aliyê din, di 3yê Tebaxê de pişkinînên me yên rojane 41 hezar bûn, lê niha zêdetirî 92 hezar e. Hejmara tîmên me yên fîlyasyonê gihişt 9 hezar û 344an. Rêjeya xwegihandina me bo kesên ku bi nexweşan re ketine têkiliyê, %98.9 e. Werin em bi hev re pêketinan kêm bikin.”

 

Î.A