Mezlûm Ebdî: Pêşverû û El Wehdê ji diyaloga yekrêziyê nehatin dûrxistin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, partiyên Pêşverû û Yekîtî (El Wehde) ji diyaloga yekrêziya kurdî nehatine dûrxistin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, partiyên Pêşverû û Yekîtî (El Wehde) ji diyaloga yekrêziya kurdî nehatine dûrxistin.

Demek e li ser destpêşxeriya Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî û bi serperiştiya Amerîka û piştevaniya Herêma Kurdistanê diyaloga yekrêziya kurdî di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) de birêve diçe. Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (EL Wehde) di wê diyalogê de ne beşdar in.

Di wê derbarê de Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî îro di tiwttekê de ragihand: “Insiyatîfa me ya Yekrêziya Kurdî li gorî pîvana xwe ya niştimanî berdewam e. Armanca me ev e ku gav bi gav hemû partiyan tevlî pêvajoya nû bikin.”

Mezlûm Ebdê tekez kir jî: “Partiyên wekî Pêşverû û Yekîtî (El-Wehdê) nehatine bidûrxistin. Agahiyên derbarê vê yekê de ne di cihê xwe de ne.”

Ev di demekê de ye, duhî Endamê Polîtburoya PDK-Sê Neşet Zaza ji K24ê re ragihand, qonaxa duyem a danûstandinan ber bi dawiyê ve diçe û lihevkirineke baş di pirsa Lêvegera Siyasî de heye.

Aşkere kir jî, di demeke nêzîk de Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey sardana Rojavayê Kurdistanê dike û Lêvegera Siyasî dê were ragihandin.