Li Diyarbekirê xebatkarên tendirustiyê daxwaza tundkirina tedbîran dikin

Platforma Xebatkarên Tendirustiyê ya Diyarbekirê li ber derê Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdeyê hevkarên xwe yên canê xwe ji dest dana bi bîr anîn.

Diyarbekir (K24) - Platforma Xebatkarên Tendirustiyê ya Diyarbekirê li ber deriyê Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdeyê hevkarên xwe yên canê xwe ji dest dane, bi bîr anîn.

Hevserokê Sendîkaya SESê ya Diyarbekirê Dr. Şiyar Guldîken got; ew xemgîn in û ji pergala têkoşîna li hemberî vîrûsa koronayê jî nîgeran in.

Endam û rêveberên rêxistinên tendirustiyê li Diyarbekirê li ber derê Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêgerînê ya bi navê Gazî Yaşargîl kom bûn.

Hevserokê Sendikaya SESê ya Diyarbekirê Dr. Şiyar Guldîken got: “Bi deh hezaran xebatkarên tendirustiyê û bi sedhezaran jî welatî ji ber nexweşiya koronayê tê dermankirin. Dikarin pêşiya vê nexweşiyê bigirin lê belê nekirin. Her roj welatî û xebatkarên tendirustiyê pê dikevin. Em dixwazin bi tedbîran baştir pêşiya vê nexweşiyê bê girtin.”

Li bakurê Kurdistanê her ku diçe hejmara pêketina vîrûsa koronayê (Covid-19) û mirina ji ber vê vîrûsê zêde dibe.

Li Diyarbekirê heta niha hejmara xebatkarên tendirustiyê ku ji ber Covid-19ê canê xwe ji dest dane, gihiştiye 10 kesan.

Herî dawî jî di 20ê Îlonê de Esra Alakuş ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahedîn Eyubî peywirdar bû, canê xwe ji dest dabû.