Li rojavayê Kurdistanê 39 kes bi Koronayê ketin

Li rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser 39 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser 39 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 39 haletên nû yên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin. 

Haletên hatine tomarkirin: 10 kes li Hesekê, 9 kes li Qamişlo, 7 kes li Dêrikê, 7 kes li Dirbêsiyê, 2 kes li Girkê Legê, 2 kes Kobaniyê û 2 kes li Şehbayê ne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 1343 kesan, ji wan 55 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, bi başbûna 16 pêketiyên Koronayê, hejmara kesên ji wê vîrûsê baş bûne gihîştiye 379 kesan.