Li rojavayê Kurdisanê pêketina 39 kesan bi Koronayê hat ragihandin

Li rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser 39 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser 39 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 2 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 2 pêketiyên Koronayê li bajarê Kobaniyê canê xwe ji dest dan. Ew her du jî jin in.

Dr. Ciwan Mistefa da zanîn jî, 39 haletên nû yên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin. 

Haletên hatine tomarkirin: 17 kes li Hesekê, 9 kes li Qamişlo, 4 kes li Girkê Legê, 3 kes li Dêrikê, 2 kes li Tirbesipiyê, 2 kes li Çilaxa, 1 kes Rimêlan û 1 kes li Til Temirê.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 1398 kesan, ji wan 61 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, bi başbûna 7 pêketiyên Koronayê, hejmara kesên ji wê vîrûsê baş bûne gihîştiye 397 kesan.