Rêveberiya HDP ya Diyarbekir operasyonan şermezar dike!
Diyarbekir (K24) - Rêveberên HDP yên Diyarbekirê operasyonên ku li hember endam û rêveberên wan pêk tên şermezar kirin û ragihandin ku desthilatdariya Tirkiyeyê bi polîtîkayên xwe yên xelet; hem li navxweyî û hem jî bi derve re ketiye rewşeke xeter û tengav û dixwaze, di ser gelê Kurd de wan şikestin xwe veşêre.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Diyarbekirê Hûlya Alokmen daxuyanî da. Alokmen dibêje, "Polîtîqayên hikumeta AKP û şirîkê MHP, Tirkiyeyê kirine rewşeke xeternaq û her ku dijberiya Kurdan polîtîka dimeşînin jî bêtir ber bi xirabiyê ve diçin."
Alokmen anî ziman ku "Şirîkên desthilatdariyê ji bo xeteriyên siyasî, aborî û civakî ku peyda kirine veşêrin, bi ser Kurdan operasyonên der hiqûqî û kêfî pêk tînin. Lê ev êriş jî wan çav tirsi nake û dizanin ku dê ev polîtîqayên xelet têk biçin."
Hêjayî gotinê ye ku 2 roj berê li hember endam û rêveberên HDP'ê şaredar û parlamenterên berê jî di nav de 82 kes, bi navê "operasyona buyerên Kobanê" hatibûn desteserkirin.