Selman: Şanda Siwêdî tekezî li ser vekişandina Tirkiyê ji Rojava kir

Şandek ji Swêdê gihişt rojavayê Kurdistanê û tekezî ser helwesta xwe ya derbarê pêwîstiya derketina Tirkiyê ji deverên dagirkirî yên rojavayê Kurdistanê kir.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandek ji Swêdê gihişt rojavayê Kurdistanê û tekezî ser helwesta xwe ya derbarê pêwîstiya derketina Tirkiyê ji deverên dagirkirî yên rojavayê Kurdistanê kir.

Şandek ji Wezareta Derve ya Siwêdê serdana rojavayê Kurdistanê kir û li gel Desteya Têkiliyên Derve ya Rêvebiriya Xweser re civiya. Ev şand hin program dane pêş xwe û dê çend rojan li rojava bimînin. Berpirsê şandê jî tekezî ser helwesta xwe ya derbarê pêwîstiya derketina Tirkiyê ji deverên dagirkirî yên rojavayê Kurdistanê kir.

Wezîra Derve ya Siwêdê Ann Linde berî hefteya bûrî di konferanseke rojnamevanî ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Enqerê ji Tirkiyê daxwaz kir; hêzên xwe ji axa Sûriyê vekişîne û Enqere weke berpirsa dabeşkirina axa Sûriyê û çewisandina Kurdên li Sûriyê tohmetbar kir.

Di wê derbarê de Endamê Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebilrehman Selman ji K24ê re ragihand, sardana vê şandê nîşana wê yekê dide, tekezkirina li ser berdewamiya helwesta Wezêra Derve ya Siwêdê Ann Linde ye.

Herwiha diyar kir, şanda Siwîdî soz da ku ligel dostên xwe yên Ewropî grûpele bi bandor dirust bikin û li ser vê mijarê derketina Tirkiyê ko rojavayê Kurdistanê bixebitin.

Da zanîn jî, şanda Siwêdî dê çend rojan li rojavayê Kurdistanê bimîne, dê sardana kampên koçberan bikin û rewşê ji nêzîk ve bişopînin. Herwiha diyar kir jî, wan daxwaz ji şanda Siwêdî kir, alîkariyên mirovî rasterast bigihin rojavayê Kurdistanê.