Şanda Siwêdî li Qamişlo ligel ENKSê civiya

Şanda Wezareta Derve ya Siwêdê li Qamişlo bi ENKSê re civiya û piştgiriya xwe ji bo diyaloga kurdî - kurdî li Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Wezareta Derve ya Siwêdê li Qamişlo bi ENKSê re civiya û piştgiriya xwe ji bo diyaloga kurdî - kurdî li Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Peyamnêra K24 li Qamişlo da zanîn, şanda Siwêdî serdana ofîsa sereke ya Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir û piştgiriya xwe ji bo yekrêziya kurdî û mafên kurdan li Sûriyê nîşan da.

Li gor zanyariyên peyamnêra me, şanda Siwêdî ragihandiye, ew amade ne hemû alîkariyên xwe pêşkêş bikin, heta rêkeftin di navbera her du aliyên kurdî de bê îmzekirin.

Şandek  Wezareta Derve ya Siwêdê ji roja 17ê vê mehê ve li  rojavayê Kurdistanê ye. Duhî jî li gel Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdî (PYNK) û Fermandariya Giştî ya HSDê civiyabû û piştevaniya xwe ji diyaloga di navbera ENKS û PYNKê de nîşan dabû.