Mihemed Îsmaîl: Şanda Siwêdî tekeziyê li yekrêziya kurdî dike

Şanda Siwêdî bi aliyên diyaloga kurdî – kurdî PYNK û ENKSê re civiya û piştgiriya xwe ji bo hewldanên avakirina yekrêziyek siyasî nîşan da.
kurdistan24.net

 

Qamişlo (K24) – Şandek fermî a Wezareta Derve ya Siwêdê ji roja 17ê vê Cotmehê ve seredana rojavayê Kurdistanê dike. Şanda Siwêdî bi aliyên diyaloga kurdî – kurdî PYNK û ENKSê re civiya û piştgiriya xwe ji bo hewldanên avakirina yekrêziyek siyasî nîşan da.

Di civîna bi ENKSê re, Berpirsê Dosya Sûriyê di Wezareta Derve ya Siwêdê de Per Ornius kurd wek dost bi nav kir. Herwiha tekez kir, ew piştevaniyê li hewlên avakirina yekrêziya kurdî li rojavayê Kurdistanê dikin.

Di wê derbarê de, Endamê Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl ji K24ê re got: “Me nerînên xwe li ser diyalogê, rewş û qonaxa ku miletê kurd tê re derbas dibe û rewşa opozîsyona Sûriyê bi giştî ji şanda Siwêdî re got. Şandê jî helwesta dewleta Siwêdê û piştevaniya ji diyaloga kurdî re û girîngiya vê diyalogê ji meletê me û ji aliyên navdewletî re da xuyakirin. Li ser vê bingehê jî, bi awayekî cidî li ser nakokiyên li ser deverê û metirsiyên li ser miletê me hene hatin gotûbêjkirin.”

Şanda Siwêdî ku yekemîn şanda Siwîdî ya fermî ye sardana rojavayê Kurdistanê dike, gelek guhdan û girîngî daye diyaloga yekrêziya kurdî. Herwiha Şanda Siwêdî diyar dike, yekrêziya kurdî dê bibe sedema serkeftina projeya kurdî ya demokratîk li deverê.

Serkirdeyê di PYNKê de Salih Gedo ji K24ê re got: “Şanda Siwêdî heta dawiyê piştevaniya xwe ji diyalogê re da xuyakirin û got ku çi ji me bê xwastin, em amade ne alîkariyê bikin. Me jî ji aliyê Siwêdî re tekez kir ku em wek şanda PYNKê vê diyalogê bi ser bixînin, heta bigihe yekrêziya tevgera siyasî ya kurdî û kurd bikaribine roleke xurtir di pirsgirêka Sûrî de bilîzin.”

Danûstandin û civînên her du aliyên kurdî ENKS û PYNKê ji bo avakirina yekrêziya kurdî berdewam in. Heta roja îro du qonax ji diyalogê  bi dawî bûye û niha jî diyalog di qonaxa herî girîng de birêve diçe ku tê de pirsên rêveberiyê, leşkerî û perwerdeyê têne gengeşekirin.