Şanda Siwêdî li Hewlêrê bi Komîta Pêwendiyên ENKSê re civiya

Piştî serdana xwe ya ji rojavayê Kurdistanê re, Şanda Wezareta Derve ya Siwêdê ligel Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê li Hewlêrê civiya.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî serdana xwe ya ji rojavayê Kurdistanê re, Şanda Wezareta Derve ya Siwêdê ligel Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê li Hewlêrê civiya.

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro ji K24 ragihand, hevdîtin li ser daxwaza şandeya Wezareta Derve ya Swêdê bû. Di hevdîtinê de pirsên diyaloga kurdî li rojavayê Kurdistanê, krîza Sûriyê û civînên li Cenêvê yên derbarê çareserkirina pirsgirêka Sûriyê de hatin guftûgokirin.

Biro amaje bi rola Ewropa di krîza Sûriyê de kir û got: “Welatên zêdetir bandora wan di krîza Sûriyê de Sûriyê de hene, Amerîka û Rûsa ne û di piştî wan Tirkiye û Îranê tên, lê rola Ewropayê lawaz e.”

Di çend rojên derbasbûyî de şandeke Wezareta Derve ya Siwêda serdana rojava Kurdistanê kiribû û bi aliyên siyasî û HSDê re civiya bû û piştevaniya welatê xwe ji bo diyaloga kurdî - kurdî nîşan dabû.

Ev sardana şanda Wezareta Derve ya Siwêdê ji rojavayê Kurdistanê re piştî wê yekê tê, Wezîra Derve ya Siwêdê Ann Linde berî çend rojan di konferanseke rojnamevanî ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Enqerê ji Tirkiyê daxwaz kir; hêzên xwe ji axa Sûriyê vekişîne û Enqere weke berpirsa dabeşkirina axa Sûriyê û çewisandina Kurdên li Sûriyê tohmetbar kir.