Hinardekirina petrola Kurdistanê bi heman şiyana xwe ya berê dest pê kir

Boriya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, ku çend roj berê ji aliyê PKKê ve hatibû armanckirin, hate tamîrkirin û dest bi hinardekirina petrolê kir.

Hewlêr (K24) – Boriya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, ku çend roj berê ji aliyê PKKê ve hatibû armanckirin, hate tamîrkirin û dest bi hinardekirina petrolê kir.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil ji Kurdistan24ê re ragihand: “Boriya hinardekirina petrola Kurdistanê hat tamîrkirin û bi heman şiyana xwe ya berê, dest bi hinardekirina petrolê kir.”

Lijneya Darayî û Karûbarên Aborî ya Parlementoya Kurdistanê roja 2yê Mijdara 2020an ragihandibû ku li gor zanyariyan, teqandina boriya petrola Herêma Kurdistanê li sînorê Tirkiyê, rojane 10 milyon dolar zirar digihîne Herêma Kurdistanê.

Boriya petrolê, roja çarşemê 28ê Cotmeha 2020an, ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bakurê Kurdistanê hat armanckirin û proseya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê rawestiya.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja înê, ango du roj piştî bûyerê, ev kiryara PKKê weke kiryareke terorîstî bi nav kir û ragihand: “Hikûmeta Herêmê bi ti awayî rê nade gef li berjewendiyên wê were xwarin û dest li qûta xelkê Kurdistanê were dirêjkirin.”

PKK bi xwe jî di daxuyaniyekê de armanckirina wê boriya petrolê li stûyê xwe girt. PKKê ragihand ku bi awayekî serkeftî di karekî de xeta petrolê têk dane li sînorê Mêrdînê yê bakurê Kurdistanê, di encama vî karî de jî borî bi temamî hatiye têkbirin.

Aboriya Herêma Kurdistanê bi firotina petrolê ve girêdayî ye, di heman demê de Herêma Kurdistanê jî weke Iraq û piraniya welatên cîhanê, rûbirûyî qeyrana aborî bûye, ji ber belavbûna vîrûsa koronayê, rawestandina hinardekirina petrolê, zirareke din li aboriya Herêma Kurdistanê da.

Ev ne cara ewil e ku PKK boriya veguhestina petrola Herêma Kurdistanê, dike armanc. Di sala 2016an de jî ji ber kiryareke din a têkder a PKKê ya li boriya petrola Herêma Kurdistanê, hikûmetê rojane 14 milyon dolar zirar dîtibû.