"Tirkiye hewl dide zeyta Efrînê bifiroşe Amerîkayê"

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî yê Antakyayê Hikmet Çinçin diyar dike ku Tirkiye hewl dide 90 hezar ton zeyta zeytûnê ya Efrînê bifiroşe Amerîkayê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî yê Antakyayê Hikmet Çinçin diyar dike ku Kooperatîfên Krediya Çandiniyê ya Tirkiyê hewl dide 90 hezar ton zeyta zeytûnê ya Efrînê bifiroşe Amerîkayê.

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî yê Antakyayê Hikmet Çinçin di civîna aborî ya Partiya Komarî ya Gel (CHP) de axivî û ragihand ku ji aliyê Kooperatîfên Krediya Çandiniyê hewla wê yekê tê dayîn ku 90 hezar ton zeyta zeytûnê ya Efrîna rojavayê Kurdistanê ji Amerîkayê re were firotin.

Hikmet Çinçin eşkere kiriye: “Min bihîst ku nûnerên Kooperatîfên Krediya Çandiniyê ji bo firotina zeyta zeytûnê çûne New Yorkê. Em di wê baweriyê de ne ku ev tiştekî nerast e. Min li mêjûya Kooperatîfên Krediya Çandiniyê nihêrî, min dît ku her dem zirar kirine.”

Çinçin diyar kiriye: “Li Efrînê 90 hezar lître zeyta zeytûnê tê berhemanîn. Li hundir tê çêkirin û bi mercê ku ji Tirkiyê hinardeyî derve were kirin, tê firotin. Lê bi wî mercî tê Tirkiyê ku li piyaseya navxwe neyê firotin. Gilî û gazina me heye ku ev zeyt piranî li navxweya Tirkiyê tê firotin û berhemhênerên Tirk ji vê aciz in.”