Li Kerkûkê 16 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarî ya Iraqê ragihand ku li parêzgeha Kerkûkê 16 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Hewlêr (K24) – Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarî ya Iraqê Yehya Resûl ragihand ku di encama operasyoneke ewlehiyê ya berfireh de li parêzgeha Kerkûkê, ku bi alîkariya hêzên firokevanî yên Hevpeymaniya Navdewletî hat encamdan, 16 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Yehya Resûl duh înê 20ê Mijdara 2020an di daxuyaniyekê de eşkere kir: “Hêzeke ser bi Dezgeha Dije-Terorê şeva pêncşemê dest bi operasyoneke berfireh kir û roja înê bi dawî bû. Operasyon li Kerkûkê li devera ku dikeve navbera geliyê Zixeytûn û Xenacîr, hat encamdan. Operasyonê mefrezeyek ji paşmahiyên çekdarên DAIŞê kire armanc.”

Resûl herwiha destnîşan kir: “Di operasyonê de 16 terorîst hatin kuştin, ev jî piştî rûbirûbûna li cihê xweveşartina wan pêk hat. Hinek ji wan dema dixwestin birevin, di rûbirûbûnê de rasterast hatin kuştin û hinek jî di bombebarana firokeyên Hevpeymanan de mirin.”

Hêzên Dije-Terorê piştî şer, li cihê xweveşartina çekdarên DAIŞê lêgerîn kirine û di encamê de çendîn belgeyên girîng, çekên sivik û navîn, pasaport û hinek pereyên Iraqî û biyanî dîtine.

Encamdana vê operasyonê di demekê de ye ku çekdarên DAIŞê di van demên dawî de çendîn car li parêzgehên Diyala, Kerkûk û Selahedînê êrîş encam dane.