Mezlûm Kobanî: Rêkeftinek heye ji bo PKK ji Sûriyê vekişe

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî eşkere kir ku rêkeftinek heye bi çavdêriya Amerîkayê ji bo PKK ji Sûriyê vekişe.

Hewlêr (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî eşkere kir ku rêkeftinek heye bi çavdêriya Amerîkayê û li gor wê rêkeftinê kadroyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hêdî hêdî ji Sûriyê vedikişin.

Komeleya Krîzên Navdewletî (Crisis Group) bi sernavê "Hêzên Sûriya Demokratîk li Seqamgîriya Berdewam a li Bakurê Rojhilatê Sûriyê digere" raporteke berfireh belav kiriye.

Raportê gelek mijarên li ser herêmên Rêveberiya Xweser yên li rojavayê Kurdistanê eşkere kirine, ji destpêka pevçûnên navbera HSD û artêşa Tirkiyê û hêzên Sûrî yên ser bi Tirkiyê.

Mezlûm Ebdî di hevdîtinê de behsa hinek kesên ne ji xelkê Sûriyê kiriye, ku ji aliyê PKKê ve hatine perwerdekirin li rojavayê Kurdistanê.

Ebdî diyar kiriye: “Hebûna wan a li wê derê, di encama hewcedariyên meydanî de bû ji ber şerê DAIŞê.”

Herwiha tekez kiriye: “Bi hezaran ji çekdarên perwerdekiriyên PKKê hatin Sûriyê û li gel xwebexşan şer kirin, hinek ji wan di şer de hatin kuştin, hinek vegeriyan û ewên ku mane, piraniya wan hewl dan jiyaneke sivîl bijîn.”

Fermandarê HSDê behsa hebûna rêkeftinekê kiriye ji bo vekişîna wan a ji Sûriyê bi awayekî pey hev. Herwiha destnîşan kiriye ku 200 hezar çekdarên Sûrî hene, ku ji aliyê dezgehên sivîl û serbazî yên Rêveberiya Xweser ve hatine tomarkirin.

Mezlûm Ebdî diyar kiriye: “Pêwîstiya me ya rasteqîn tine ye bo piştevaniya Kurdên herêmê û bernameyeke diyarkirî jî tine ye ji bo vekişandina wan, lê prose dest pê kiriye û dê berdewam bibe.”

Enqerê gelek caran bi hêrs ji rayedarên Amerîkî re di civînan de behsa rola fermandariya wan kadroyên PKKê û desthilata wan kiriye. Mezlûm Ebdî li ser vê mijarê di hevdîtinê de gotiye: “Bi navbeynkariya Amerîkayê de û di beşek ji gotûbêjên me de ligel civatên din ên Kurdî, ji wan jî Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya li Sûriyê (ENKS), li ser vekişîna peyderpey a hemû wan kadroyên ne Sûrî ji cihên ku niha li wir in û piştre jî ji Sûriyê, me li hev kir.”

Fermandarê HSDê Mezlûm Kobanî serperiştiya wan danûstandinan dike ku bi çavdêriya Wezareta Derve ya Amerîkayê, di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) de tê kirin û ji Nîsana derbasbûyî ve dest pê kiriye bi armanca yekxistina rêza Kurdî li Sûriyê.

Mezlûm Ebdî herwiha ji bo kêmkirina aloziya ligel Tirkiyê bi navbeynkariya Amerîkayê, daxwaza xwe aniye ziman.

Komeleya Krîzên Navdevletî dibêje; eşkere ye HSD hewl dide Amerîka navbeynkariyê bike di navbera xwe û Enqerê de ji bo aşîtiyê. Mezlûm Ebdî wiha bersiv dide: “Em ji peywendiyên navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Tirkiyê fêm dikin, berevajî gotarên wan, stratejî ye, em dizanin pêwîstiya me bi kêmkirina aloziyên ligel Enqerê heye.” Herwiha eşkere dike: “Tevî dijminkariyên Tirkiyê, em li ser her hevfêmkirineke asayîşê, vekirî ne. Em dixwazin Amerîka navbeynkar û dilniyakar be.”