Muslim: Diyaloga kurdî berdewam e û li ser gelek xalan hatiye lihevkirin

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim ragihand, diyaloga kurdî – kurdî berdewam dike û ti aliyekî xwe ji wan danûstandinan ne vekişandiye.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim ragihand, diyaloga kurdî – kurdî berdewam dike û ti aliyekî xwe ji wan danûstandinan ne vekişandiye. Got jî: Ji çend salan ve Rêveberiya Xweser heye, çi yekrêzî pêk were jî, divê ji bo bihêzkirin û sererastkirina wê rêveberiyê be.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim li ser civînên Komîteya Destûra Sûriyê û danûstandinên diyaloga kurdî – kurdî, beşdarî bultena K24ê bû û bersiva pirsên bêjer Cemal Batun dan.

Gera 4emîn a Komîteya Destûra Sûriyê li Cenêvê birêve çûbûn û bêyî ku bighêje ti encamê û bêyî ku behsa mafê kurdan li Sûriyê bike bi dawî bûbû. Li ser wan civînên Komîteya Destûra Sûriyê, Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim got: Ji destpêkê ve baweriya me bi vê komîteyê nîne, ji ber ku li ser bingeheke şaş hatiye avakirin û ew nûnertiya gelê Sûriyê û pêkhateyên Sûriyê nake û nikare ti çareseriyê bi xwe re bîne.

Li ser pirsa tevlînebûna PYD û Rêveberiya Xweser di nava Komîteya Destûrê de, Muslim ragihand: “Biryara tevlîbûnê ne di destê PYDê de ye, belkû di destê Rêveberiya Xweser de ye, ji ber ku gelek alî û pêkhate tê de ne. Lê tevlînebûna Rêveberiya Xweser di nava wê komîteyê de kêmaniyeke gelekî mezin e ji wê komîteyê re ye, ji ber ku zêdetir ji 5 milyon kes li herêmên wê dimînin. Bi dûrxistina wê jî, her çi çareserî pîk were, dê kêm be.”

Derbarê pirsa kurd li civînên Komîteya Destûrê û helwestên rêjîmê de, Muslim got: “Nerîna rêjîm û opozîsyona ku li Tirkiyê dimînin li hember pirsa kurd yek e. Ew ne hebûna kurdan qebûl dikin û ne jî mafên kurdan dixwazin guftûgo dikin. Ji aliyekî din ve, rêjîma Sûriyê hîna li ser awayê berî 2011an tevdigere û ti hêviyê nade ne gelê kurd û ne gelê Sûriyê bi giştî.”

Li ser diyaloga kurdî – kurdî Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê da zanîn: “Dema dixwazin yekrêziyê bikin, ew ji bo zêdetir mafên kurd pêk bînin û destkeftên kurdan bêne parastin, şaşiyên hene bêne sererastkirin û kurd bihêztir bibin. Li ser vê bingehê jî, berjewendiya yekemîn a gel e. Ji çend salan ve rêveberiyek heye, dibe ku hin şaşîtê û kêmaniyên wê hebin, loma heger çi yekrêzî çêbibe, divê ji bo bihêzkirin, piştevanîkirin û sererastkirina wê rêveberiyê be. Em wek PYD di nava PYNKê de ne û dibînin ku bi awayî be, divê ev yekrêzî çêbibe.”

Derbarê destpêkirina civîn û danûstandinên diyaloga kurdî de jî, got: “Heta niha em hewl didin ku danûstandinên diyalogê berdewam bibin. Lê endamên aliyê navbênkar (Amerîka) çûne Amerîka, endamek xaneşîn bûye û endamê din jî hîna venegeriye. Herwiha gelek endamên ENKSê jî niha li Rojava ne. Pêşbîniyê dikim, di demeke nêzîk de danûstandin dê destpê bikin.”

Herwiha Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê tekez kir: “Di diyalogê de li ser gelek xalan her du alî gihîştine hevdu, wek Nerîna Siyasî ya Hevbeş û Lêvegera Kurdî ya Bilind. Di demên pêş de jî, dê guftûgo li ser tevlîbûna aliyên din nava rêveberiyê de û pirsên din bêne kirin.”

Li ser babeta danûstandina MSD bi rêjîma Sûriyê re, Muslim diyar kir: “Em her bi diyalogê re ne, heger bi kîjan aliyê re be. Ji ber ku em beşek ji Sûriyê ne, me tim li deriyê rêjîma Sûriyê dida ji bo çareseriyek ji Sûriyê re bê dîtin. Lê hat diyarkirin ku rêjîmê hîna zihniyeta xwe neguhartiye. Berî 5-6 mehan bi aşkere jî ji hevalên me re gotin ku ew niha ne amade ne vê pirsê guftûgo bikin.”

Derbarê helwesta li hember Tirkiyê de, Muslim got: “Em ne li dijî gelê Tirkiyê ne. Em dixwazin bi hev re cîranên baş bin. Lê desthilata Tirkiyê heta niha maf û destkeftên kurdan qebûl nakin.”