Perlemana Erebî pêşwaziyê li guftûgoyên Hewlêr û Bexdayê dike

Perlemana Erebî pêşwazî li guftûgoyên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên derbarê çareserkirina pirsgirêkan de dike.
Perlemana Erebî
Perlemana Erebî

Hewlêr (K24) – Perlemana Erebî pêşwazî li guftûgoyên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên derbarê çareserkirina pirsgirêkan de dike.

Di daxuyaniyekê de Perlemana Erebî behsa pêşhatên vê dawiyê yên siyasî û ewlekariyê yên Iraqê kir û behsa hewlên ji bo rûbirûbûna çekdaran neyasayî, parastina aramî û serweriya Iraqê li hember destwerdanên derve kir.

Perlemana Erebî di xalekê de got: “Em pêşwazîyê li guftûgoyên di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ji bo çareserkirina pirsgirêkan, bi awayekî ku li gel destûr û yasyê guncayî be. Her wiha bi dadwerî saman di navbera gelê Iraqê de bêne dabeşkirin.

Parlemana Erebî ku Desteya Zagonsaz a Korkara Erebî ye, daxwaz ji welatên Erebî dike ku pêwendîyên xwe ligel Îraqê bihêztir bikin.

Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di heyama çend mehên derbasbûyî de rêkeftinek ji bo asayîkirina rewşa Şingalê îmze kir û niha ew rêkeftin di qonaxên xwe yên dawî de ye.

Ev demeke direj e jî pirsgirêk di navbera Hewlêr û Bexdayê de li pirsa budce û mûçeyê de çêbûne. Lê ev çend roj in her du alî li ser asta siyasî û hikûmî li hev dicivin. Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ev 5 roj in li Bexdayê ye, da ku li ser yasaya qerzê û projebûdceya sala 2021an li hev bikin.