Saziyên sivîl: Pêşnûmaya zagonî ya nû, li dijî peymanên navnetewî ye

Di pêşnûmeya guhartina zagonan de erkê qeyûmdanîn û girtina komele û saziyên sivîl ji Wezareta Navxwe ya Tirkiyê re tê dayîn.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Di pêşnûmeya guhartina zagonan a ku bi navê ‘astengkirina piştgiriyên ku ji bo çekên komkuj tên kirin’ hatibû amadekirin û tê de erkê qeyûmdanîn û girtina komele û saziyên sivîl ji bo Wezareta Navxwe ya Tirkiyê û Serokomarî tê dayîn, li komisyona dadwerî ya parlamentoya Tirkiyê hat pejirandin û dê li parlamentoyê bê nirxandin. Partiyên opoziyonê, saziyên sivîl û rêxistinên navdewletî wê pêşnûmê: wek ji holê rakirina demokrasiyê û parastina mafên mirovî û mafên civakî dinirxînin.

Li Tirkiyê pêşniyara nû ya guhartina zagonan ku dê li Parlamentoyê bê nirxandin, ji aliyê partiyên siyasî yên opozisyonê û saziyên sivîl ve bi nerazîbûn hat pêşwazîkirin û partiyên opozisyonê û saziyên sivîl radigihînin ku bi vê pêşnûmeyê armanc astengkirina çekên komkuj nîne, lê ji holê rakirina saziyên sivîl û hemû rêxistinên ku muxalefetê dikin e.

Saziyên sivîl yên li Diyarbekirê jî daxuyandin ku ew pêşnûma li dijî zagona bingehîn a Tirkiyê û peyman û hevpeymaniyên navdewletî ye. Rêvebirê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yê şaxa Diyarbekirê Ercan Yilmaz, da zanîn ku mebest ji vê zagonê hemû sazî, komele û rêxistinên sivîl yên ku desthilatdariyê rexne dikin jiholêrakirin e.

Ercan Yilmaz ji Kurdistan24ê re ragihand: “Bi vê zagonê tê xwestin ku nefesa civakê bê çikandin. Di dewlet û welatên ku nirx û pîvanên demokratîk rûneniştine de; saziyên sivîl, saziyên mafên mirovan û rêxistinên ku raporan amade dikin gelek girîng in. Bi taybet tawanên ku bi destên dewletê tên kirin nayê xwestin kû bên zanîn û aşkere kirin. Loma jî bi vî awayî dixwazin demokrasiyê û hemû mafên civakî ji holê ra bikin.”

Saziyên sivîl, mafparêz û hiqûqnas balê kişandin ku rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê, ji aliyekî ve behsa çaksaziyên hiqûqî û mafên mirovî dikin, dibêjin berê me li Yekîtiya Ewropa û nirxên wê ne, lê ji aliyê din de jî gavên pratîk yên berovajî diavêjin.

Serokê Baroya Diyarbekirê Cîhan Aydin jî, da zanîn ku navê pêşnûmeyê tiştekî baş û çak xuya bike jî, naveroka wê, li dijî zagona bingehîn a Tirkiyeyê û Peyman û hevpeymanên navdewletî ye. Aydin anî ziman ku bi vê pêşnûmeyê tê xwestin ku hemû dengên cuda li Tirkiyeyê ji holê bên rakirin.

Cîhan Aydin diyar kir: “Di vê zagonê de ji bo parêzeran jî xalekî hatiye danîn ku nehêniyên navbera parêzer û muvekîlan wan wek tawan dipejirîne. Ev jî ji bo serxwebûn û azadiya parstinê pirsgirêkeke mezin e. Yanî dema em li wan xalan dinihêrin, saziyên sivîl yên civakî wek dijmin tên dîtin û pêwistiya têkoşî dayînê bo xwe dibînin. Lê saziyên sivîl hevkar û piştgirên hebûna demokrasiyê ne û mafên civakê diparêzin. Ev rewş jî Tirkiyeyê ber bi yek dengî, totalîterî û otorîterî ve dibe ku metirsiyeke mezin e.”

Bal hat kişandin ku di pêşnûmeyê de tenê 6 xal bi sernavê wê ve eleqedar in û 35 xal tu pêwendiya wan bi bergiriya çekên komkuj ve nîn e. Hat ragihandiin ku heger ev zagon bê pejirandin, dê rêya girtina hemû sazî, dezgeh, komele û rêxistinên mafên mirovî, werzişî, pişeyî, civakî û hevkarî ve bibe ku ev jî hem li dijî zagona bingehîn a Tirkiyeyê ne, hem jî li dijî zagon û peymanên gerdûnî û navneteweyî ne.