WHO ji bo vaksîna Pfizer û BioNTechê destûr da
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) destûr da ku vaksîna vîrusa Koronayê ya kompaniyên Pfizer û BioNTechê di rewşên awarte de were bikaranîn.
WHO bi destûra bo vaksîna Pfizer û BioNTechê cara pêşî vaksîneke vîrusa koronayê pejirand.
Ji nav welatên cîhanê berê Brîtanya vaksîna Pfizer û BioNTechê pejirandibû û piştre Amerîka û Kanada jî bo wê vaksînê destûr dabûn.
Saziya Dermanan a Ewropayê (EMA) û Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) jî di 21ê Kanûnê de vaksîna Pfzier û BioNTechê pejirandibûn.
Pfizer û BioNTech hewil didin ku heta dawiya sala 2021ê, 1,3 milyar vaksîna vîrusa koronayê çêkin.