Li Cîhanê hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê ji 83 milyonan derbas kiriye

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 83,192,664 kes bi vîrusa Koronayê ketine.
Li seranserê cîhanê 83,192,664 kes bi vîrusa Koronayê ketine
Li seranserê cîhanê 83,192,664 kes bi vîrusa Koronayê ketine

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Cîhanê hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê (Covid-19) ji 83 milyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 83,192,664 kes bi vîrusa Koronayê ketine.

Vîrusa Koronayê herî zêde li Amerîka hatiye tomarkirin ku li wî welatî hejmara pêketiyan nêzî 20 milyonan e. Li dû Amerîka bi zêdetirî 10 milyon pêketiyan Hindistan, li dû wê jî bi 7,6 milyon pêketiyan Brezîlya tê.

Ji ber vîrusa Koronayê li temamê cîhanê 1,813,087 kesan jiyana xwe ji dest dane. Amerîka bi 344,399 mirinên ji vîrusa Koronayê li cîhanê di rêza yekem de ye û li dû wê bi 193,875 mirinan Brezîlya tê.

Ew vîrus di dawîya sala 2019an de li Wuhan a Hubei ya Çînê hatibû tespîtkirin û dûre derbasî dewletên din bûbû. Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 95,944 kes bi vîrusa Koronayê ketine û 4,782 kes bi wê mirine.