Li Herêma Kurdistanê 3 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 104 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 104 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 20 kes li Hewlêrê, 22 kes li Silêmaniyê, 59 kes li Duhokê, 1 kes li Helebce û 2 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê diyar kir, 3 kesan ji ber vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 1 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê û 4 kes li Germiyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 974 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 103975

Mirin: 3406

Başbûn: 76092

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.