Li Tirkiyê hejmara hejaran digihe 22 milyon kesan

Li Tirkiyê li gel bihabûna jiyanê, ji ber koronayê girtina kargehan û bêkariyê, dahata welatiyan her diçe kêm dibe.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Tirkiyê ji ber rewşa xerap ya aborî û koronayê tê pêşbînî kirin hejmara hêjaran 2 qetan zêdetir bibe û bigihêje 22 milyon kesan.Herwiha hat ragihandin welatiyên Tirkiyê di sala 2020 an de ji bo ku pêwîstiyên xwe pêkbînin ji bankayên tirkiyê 675 milyar lîre kredî kişandîne lewma di sala 2021 an de jî welatiyên tirkiyê dê dibin barê deynan de bimînin.

Li Tirkiyê li gel bihabûna jiyanê, ji ber koronayê girtina kargehan û bêkariyê, dahata welatiyan her diçe kêm dibe û hejmara hejaran jî zêde dibe. Bi milyonan welatiyên tirkiyê jî bi rewşê ve derbasî sala 2021 an bûn.Li gor pisporan eger hikumeta tirkiyê alikariyên zêdetir nede welatiyan hejmara welatiyên hejar dê 2 qetan zêdetir bibe û bigihêje 22 milyon kesan.Li daneyan li Tirkiyê ji bo ku malbateka 4 kesî asta birçîbûnê 2 hezar û 516 lîreye yanî derdora 340 dolaran e.Herwiha ji bo ku malbatek 4 kesî ji asta hejariyê jî derbas bibe pêwîste heyvane 8 hezar 197 lîre yanî nêzîkî 1100 dolar bê mala wan de.

Welatiyeke Tirkiyê dibêje: “Muçeyê ez distîmin berde têra 4 kesan bike têra xwarin û vexwarina yek kesî jî nake.Ji xwe ez behsa kîrê û fatureyan nakim.Êdî bihabûn gihiştiye astek wisa em nikarin yek pêwistiyên xwe jî bi dilê xwe pêkbînin.Bi rastî jî êdî welatî nikarin bi awayeke baş xwarin û vexwarina xwe jî peyda bikîn.Rewş hîç nebaşe û ez bawer nakim demeki zû de baş jî bibe.”

Tê ragihandin piştî koronayê dinav welatiyên Tirkiyê de hejarî bi awayeke gelek bilez zêdebûye û rêjeya hejaran ji %14 an berbi ji %25 an ve diçe.Ev jî tê wê maneyê ku hejmara hejarên li tirkiyê ji dibe ku ji 11 milyonan bigihêje 22 milyon kesan.

Welatiyekî din diyar dike: “Berê tenê bavê min dixebitî û debara me 5 kesan dikir.Lê niha ez û hevjîna xwe dixebitîn em bi zorê 3 zarokên xwe xwedî dikîn.Êdî bereketa berê nemaye û her kes ketine nav rewşeke ewqes xerab de nikarin nanê rojê peyda bikin.”

Li gor pîvanên bankeya dinyayê li tirkiyê zêdetirî 700 hezar welatî rojane ji 2 dolaran kêmtir pereyan qezenç dikin û ev ast wek asta birçîbûna herdemî tê binav kirin.Li gor aborînasan ji ber koronayê di sala 2020 ê de aboriya tirkiyê dê derdora ji %1 zêde bibe û ew pêşbînî nakin di sala 2021 an de aboriya tirkiyê bigihêje asta tê xwestin.Li gel vê rewşê welatiyên tirkiyê sala 2020 an de ji bo ku pêwîstiyên xwe pêkbînin ji bankeyan zêdetirî 675 milyar lire kredî kişandîne lewma welatiyên tirkiyê dê sala 2021 an de jî dibin barê deynan de asê bimînin.