Fêrgeheke taybet bi Nînjayê li Soran hatiye vekirin

Li devera Soranê fêrgeheke Nînjayê hatiye vekirin û fêrxwazên Nînjayê di berf û sermaya Zivistanê de rahênanên xwe dikin.
Rahênana fêrxwazên Nînjayê
Rahênana fêrxwazên Nînjayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li devera Soranê fêrgeheke Nînjayê hatiye vekirin û fêrxwazên Nînjayê di berf û sermaya Zivistanê de rahênanên xwe dikin.

Nînja cureyekî werzişa parastinê bû ku di sedsala 15an de li Japonyayê derketiye, lê ji sala 2017an ve li Herêma Kurdistanê heye û rastî arezûyekê zêde tê. Çar meh in fêrgeheke Nînjayê li devera Soranê hatiye vekirin û fêrxwazên Nînjayê bê guhdana bi serma û seqemiya herêmê, lehengên Nînjayê li quntara çiyayê Hesen Begê di nav berf û sermayê de rahênanên xwe dikin.

Rahêner Şêrzad Muslih dibêje: “Nînja yek wan werzişan e ku nû li Herêma Kurdistanê belav bûye, bi taybet li devera Soranê ku me ji 4 mehan ve dest pê kiriye. Nînja, anku şerê bilez û şerê bajaran. Nînja di germî û sermayê de û di nava av û agir de tê rahênan kirin, ji bo di xweşî û nexweşiyê de bikarî serkeftî bî û astengan derbas bikî. Piraniya huner û tevgerên wê ji ajelan hatiye wergirtin û bi taybet pilingê reş  

Di sermayeke tund de ya 5 pile di bin sifrê de, li bilindahiyên Hesen Begê li navçeya Biradost, zêdetir ji 20 fêrxwazên Nînjayê dest bi rahênan û bihêzkirina gewdê xwe dikin.

Bazdana li ser agir û taqîkirina hunera berevaniyê di nava berfê de, ne karekî hêsan e, lê germiya tevgera fêrxwazan, wê yekê nîşan dide ku serma, seqem û berf li pêş wan nabin asteng.