Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê civiyan

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar piştî wê civînê, ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dicive.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar kir.

Şeva borî li Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşte Herêma Kurdistanê. Di yekem cîvînên xwe de jî, Hulusî Akar ligel Serok Barzanî civiya.

Li gor zanyariyên K24ê, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hevahengiya leşkerî û ewlekariyê mijarên sereke yên civînê bûn.

Biryar e Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar piştî wê civînê, ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive.

Li gor zanyariyan, yek ji tewerên sereke yên civînên berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, rewşa navçeyên sînorî ye ku duhî ew pirs ligel berpirsên Iraqê jî guftûgo kiribû.