Mesrûr Barzanî ligel Hulusî Akar civiya

Pêwendiyên di navbera Hewlêr û Enqerê de guftûgo dikin
Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiye Hulisî Akar - Hewlêr: 19.1.2021
Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiye Hulisî Akar - Hewlêr: 19.1.2021

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiye Hulusî Akar kir.

Li gor zanyariyan daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de behsa rewşa Îraq û deverê û pêşdebirina zêdetir têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hate kirin. Tekezî li giringiya hevahengî û berdewamiya pêwendîyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye de hat kirin, bi taybetî bihêzkirina hevahengî û hevkarîyê ji bo bicihkirina aştî û ewlehiya herêmê.

Di tewereke din a civînê de tekezî li girîngiya cibicîkirina rêkeftina Şingalê û derketina milîşya û çekdarên neyasayî hate kirin, ji bo rewşa deverê asayî bibe û penaberan vegerin ser cih û warên xwe.

Hebûna hêzên çekdar û PKK'ê li Şengalê, rê li pêş avedakirina Şingalê ji aliyê hikûmet û rêxistinên navdewletî ve digire, ev yek jî bûye rêgir li pêş vegera xelkê herêmê ser mal û milkên xwe ku ji sedî 80 ji wan niha di nava kampan de dijîn.

Di destpêka meha Cotmeha sala borî de Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo vegera ewlehî û aramî û asayîkirina rewşa Şengalê rêkeftin. Herwiha di rêkeftina Şingalê de hat jî, divê hêzên çekdar ji Şingalê derkevin.

Şeva borî li Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar û Serokerkanê Tirkiyê Yaşar Guler bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîştin Herêma Kurdistanê û ji aliyê Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîr pêşwazî lê hatin kirin.