Ozmen: Serdana Hulusî Akar ji bo mijarên aborî û siyasî rê vedike

Lêkolîner û nivîskar Omer Ozmen derbarê serdana Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar bo Hewlêrê de ragihand: “Her çiqas sedema serdanê ewlekarî be jî, lê di naveroka xwe de ji mijarên aborî û siyasî re jî rê tê vekirin.”
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Lêkolîner û nivîskar Omer Ozmen derbarê serdana Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar bo Hewlêrê ragihand: “Her çiqas sedema serdanê ewlekarî be jî, lê di naveroka xwe de ji mijarên aborî û siyasî re jî rê tê vekirin.”

Omer Ozmen ji bajarê Diyarbekirê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û derbarê serdana Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akra bo Hewlêrê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Serdana Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar bo Bexdayê bi awayekî berfireh di medyaya Tirkiyê de cih girt, lê serdana wî bo Herêma Kurdistanê bi heman awayî cih negirt, li ser sedema vê yekê Omer Ozmen diyar kir: “Cara yekem bû ku heyetekî serbazî ya Tirkiyê, di bin serokatiya Wezîrê Berevaniyê de serdana Bexdayê kir, piştre serdana başûrê Kurdistanê kir û bi protokola navdewletî, bi rêya dîplomasiya payebilind, bi rayedarên başûrê Kurdistanê re hevdîtin kirin.”

Omer Ozmen eşkere kir: “Ez wisa bawer im ku babeta hevdîtinê, her çiqas leşkerî be jî, di encama xwe de hinekî peyamên siyasî jî diafirîne. Herwiha di medyaya Tirkiyê de jî, hinek dorhêlên Kemalîst û nijadperest, nerazîbûna xwe nîşan dan, ji ber ku Wezîrê Berevaniyê çima di bin ala rengîn û wêneyê Mele Mistefa Barzaniyê Nemir de hevdîtin pêk aniye.”

Ozmen diyar kir: “Dema destwerdana dewletên cîran bi serbazî hebe, aramî, aşîtî û seqamgîrî xira dibe. Çawa di Sûriyê de hatiye dîtin ku mudaxeleya dewletên biyanî, qeyranên mezin diafirînin, pirsgirêkan çareser nakin. Ji bo çareseriya pirsgirêkê, ji ber ku serkaniya mijara hevdîtinê PKK ye. PKK rêxistineke bakurê Kurdistanê ye, mafê wê nîne ku di bin desthilatdariya başûrê Kurdistanê de weke çekdar bimîne. Ev bûyer têkiliyên dewleta başûrê Kurdistanê û têkiliyên Iraqê û têkiliyên Tirkiyê, di heman demê de têkiliyên herêmê xera dike. Ji bo çareseriyeke mirovane, çareseriyeke aqilane, divê di destpêkê de PKK vê mesûliyetê werbigre û dev ji çek berde û li desthilatdariya başûrê Kurdistanê re rêz bigre, başûrê Kurdistanê biterikîne. Eger neterikand, divê li gorî hiqûqa navdewletî, li gorî makezagona Iraqê, li gorî makezagona dewleta başûrê Kurdistanê, PKK ji başûrê Kurdistanê bête derxistin, eger ev bûyer nebe, rê li ber mudaxeleya Tirkiye û Îranê vedibe. Dema Tirkiye û Îran mudaxele bike, qeyran kûr dibe.”

Omer Ozmen destnîşan kir: “Her çiqas sedema serdanê ewlekarî be jî, lê di naveroka xwe de ji mijarên aborî û siyasî re jî rê tê vekirin. Yanî rewatiya desthilata başûrê Kurdistanê ji aliyê meqamên payebilind ve hatiye pejirandin û li serweriya başûrê Kurdistanê rêzeke mezin hatiye girtin.”