HSD 5 çekdarên DAIŞê li Qamişlo û Dêrazorê desteser dike

HSDê di 2 operasyonan de 5 çekdarên DAIŞê li Qamişlo û gundewarê Dêrazorê desteser kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di du operasyonan de 5 çekdarên DAIŞê li Qamişlo û gundewarê Dêrazorê desteser kirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de balev kir, şervanên HSDê roja 24ê vê mehê operasyonek li navçeya Şihêl li gundewarê Dêrazorê encam da û tê de 4 çekdarên DAIŞê desteser kirin.

Diyar kir jî, hêzên wan roja 25ê vê mehê operasyonek li gundê Til Hemîs ê ser bi Qamişlo ve encam da û çekdarekî DAIŞê desteser kir. Li gor hatiye ragihandin, wî çekdarî alîkariya malbatên DAIŞê dikir da ku ji kampa Holê birevin.