Di serdema Koronayê de amûrên mûzîkê zêdetir tên kirîn

Di serdema Koronayê de xelk zêdetir berê xwe dide kirîna amûrên mûzîkê.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Mirovên ku ji ber rênimayên koronayê de di malên xwe aciz bûyîn ji bo wextê xwe xweş derbas bikin berê xwe dane amûrên mûzîkê. Firoşkarên amûran jî dibêjin ji ber koronayê niha ew piraniya van berheman bi rêya înternetê difiroşin.

Enstrûmanên mûzîkê yên wek gitar,saz, piyano, bilûr û gelek cûreyên dî herdem bi dengên xwe yên xweş ji bo mirovan bûye amûreka aramî û kêfxweşîyê. Di demê koronayê de ji ber ku mirov zêdetir di mal de dimînin bêhna wan teng dibe lewma di vî wextî de jî enstrumanên mûzîkê bi dengên xwe yê xweş gihiştiye hewara van mirovan. Firoşkar û çêkerên enstrûmanan diyar dikin mûzîk ji bo hemû zehmetiyan wekî dermanekê ye lewma di vê rewşa xerap ya koronayê de zêdetir mirovan berê xwe dane van enstrûmanan.

Çêkerekî Enstrûmanên Mûzîkê dibêje: ''Niha di sektora me de guherînek çêbûye.Lê tişta ku tu cara naguhere hêza mûzîk û enstrûmana ye.Dengê xweş yê enstrûmanan herdem ji bo mirovan bûye wek dermanekê. Lewma niha gelek mirovên ku di malên xwe de aciz bûyîn ji bo ku ji stresa xwe dûr bikevin berê xwe dane kirina enstrûmanên mûzikê.''

Firoşkar dibêjin ji ber koronayê êdî piraniya kesan bi rêya înternetê enstrûmanên mûzikê dikirin û dinav van enstrüman de jî herî zêde gitar û saz têne firotin.

Firoşkarekî Enstrûmanên Mûzîkê dibêje: ''Di demê koronayê de bi rastî mirov di mal de aciz bûn.Ji ber wê bala xwe dan ser hînbûna gelek tiştan yek ji van jî hînbûna enstrûmanên mûzîkê ye.Di vî wextî de taybetî daxwazek zêdetir li ser gitar û sazan çêbû.Lê niha ji demên berê cûdatir em piraniya van berheman bi rêya înternetê difiroşin.''

Firoşkarên enstrûmanan diyar dikin her çiqes niha bi rêya înternetê firotina enstrüman zêde bûyî be jî ji ber ku dibistanên hûnerê û kursên fêrbûna amûrên mûzîkê girtîne firotina wan ji berê gelek kêmtir bûye.Lê diyar e ku xweşiya dengê van enstrumanan ketiyê laşe van firoşkaran û nahêle ku moralê wan xera bibe