HSDê bi şaşî li Hevserokê Encûmena Sivîl a Dêrazorê da

Duhî karwana Hevserokê Encûmena Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif rastî êrîşekê hat û ew ligel du kesên din birîndar bûn û kesek ji hat kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Encûmena Sivîl yê Dêrazor Xesan Yûsif ji kuştinê rizgar bû, piştî ku ji aliyê endamên trafîka serbazî ya ser bi Rêveberiya Xweser ve hatibû armanckirin.

Duhî karwana Hevserokê Encûmena Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif rastî êrîşekê hat û ew ligel du kesên din birîndar bûn û kesek ji hat kuştin.

Piştî bûyerê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) a ser bi Rêveberiya Xweser ve di daxuyaniyekê de belav kir, 3 otomobîl bêyî ku ji leza xwe kêm bikin di rêbendeke leşkerî ya Reqayê re derbas bûn, vêca endamên wê rêbendê gule bi ser wan otomobîlan de berdan û di encamê de ajokerek hat kuştin û 3 kesên din birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat got, “Piştre diyar bû ku ew her sê otomobîl ser bi Hevserokatiya Encûmena Sivîl a Dêrazorê ve ne.”

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir, piştî bûyerê wan hemû endamên wê rêbendê desteser kirin û dest bi lêkolîn û lêpirsînê kirin, ta ku rastiya bûyer were zanîn.