Artêşa Tirkiyê li Sêrt û Bedlîsê dest bi operasyoneke nû kir

Artêşa Tirkiyê bi beşdariya zêdetirî 1450 serbazan, li bajarên Sêrt û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê, dest bi operasyoneke nû kir.
Serbazên Tirkiyê
Serbazên Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyê bi beşdariya zêdetirî 1450 serbazan, li bajarên Sêrt û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê, dest bi operasyoneke nû li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de destpêkirina operasyoneke serbazî ya nû li dijî PKKê li Sêrt û Bedlîsê ragihand û navê Eren-6 Mergelo li operasyonê danîne.

Li gor daxuyaniya wezaretê, di operasyonê de 1453 serbaz beşdar in û ji hêzên taybet ên cendirme û polîs û pasevanan pêk tê.

Herwiha eşkere kiriye; operasyona wan a bi navê Eren ku di 11ê Çileyê de li heman deverê hatibû destpêkirin, berdewam e.