Dadgeha Mêrdînê biryara qerebûkirina Yusuf Şik da

Yusuf Şik di teqîneke Cizîrê de destek û lingekî xwe winda kiribû. Dadgehê got divê dewlet 595 hezar lîre bide malbata wî.
Yusuf Şik
Yusuf Şik

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Mêrdînê biryara qerebûkirina Yusuf Şik da. Yusuf Şik li Cizîrê piştî qedexeya derve ya demê şerê xendeqan di taxa xwe de dem ali derve bû di encama teqîna bombeyeke çandî de lingek û destekî xwe winda kiribû. Dadgehê biryar da ku bo Yusufê 13 salî 555 hezar maddî û 40 hezar jî manewî qerebû were dayîn.

Piştî qedexeya derketina derva ya şerê xendeqan a navbera 4-12 Îlon a 2015an li Cizîra Botan zarokekî bi navê Yusuf Şik di encama teqîna bombeya çandî de destek û lingekî xwe winda kir.

Malbata Yusuf jî hember dewletê doz vekir ku dewletê nekariye pêşî li wan teqînan bigire.

 Di encama dadgehkirinê de jî Dadgeha Rêveberiyê Ya Mêrdîn biryar da ku dewlet tawanbar e û biryara qerebukirina Yusuf Şik da.

Dadgehê amaje kir ku ji bo Yusufê 13 salî divê 595 hezar qerebû were dayîn.

Dadgehê her çiqas biryara qerebûkirina Yusuf Şik dabe jî, di bûyerê de malbata Yusuf Şik jî %50 wek tawanbar dît.

Derbarê vê rewşê de jî parêzerê Yusuf Şik Neşet Gîrasun amaje kir, peywra dewletê ew e ku pêşî li van teqînan bigire û ewlehiya welatiyên xwe dabîn bike.

Parêzer Gîrasun piştî buyerê gelek hewil dabu ku Yusuf Şik were qerebûkirin lê hewilên wî bêbersiv mabû û herî dawî jî serî li dadgeha Mêrdînê dabû.

Di dema yekem qedexeya derketina derve ya Cizîrê de 22 welatiyan jiyana xwe ji dest dabun û biryara dadgehê dibe ku bo wan jî bibe wek mînak.