DAIŞê 11 leşker û çekdarên ser bi rêjîma Sûriyê ve kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li beyabana Sûriyê, 11 leşker û çekdarên ser bi rêjîma Sûriyê ve di encama êrîşên çekdarên DAIŞê de hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di encama êrîşên DAIŞê li ser hêzên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi wê ve li li bayabana Dêrazorê û parêzgeha Humsê de, 11 leşker û çekdaran hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.
Di çend mehên dawiyê de tevger êrîşên DAIŞê li ser yekîneyên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi wê ve li beyabana Sûriyê (herêma d navbera Heleb, Hema, Reqa û Dêrazorê) zêde bûne û hejmareke mezin ji leşker û çekdaran tên hatine kuştin.
Tevî ku di dema dawî de firokeyên Rûsyayê bi tundî pêgeh û şikeftên DAIŞê li beyabana Sûriyê bombebaran dike, lê wê yekê nekariye êrîşên DAIŞê li ser hêzên rêjîma Sûriyê kêm bike.