Li Diyarbekirê jinek porê zilaman traş dike

Li Diyarbekirê kuaferek jin a bi navê Arjîn Guneş pîşeya xwe di qada kuafertiya mêran de didomîne.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê kuaferek jin a bi navê Arjîn Guneş pîşeya xwe di qada kuafertiya mêran de didomîne. Li Diyarbekirê cara yekem e ku jinek porê mêran jê dike. Arjîn Guneş dibêje wê ji zaroktiya xwe ve dixwest vê yekê bike û niha her çiqas destpêkê nehatibe pejirandin jî wê xwe daye qebûlkirin.

Kuaferên jin, porê jinan jê dikin an jî sererast dikin, kuferên mêr porên mêran jê dikin, an jî sererast dikin. Li Diyarbekirê kuaferek jin ev nêrîna ku di civakê de wisa belav bûye daye berovajîkirin û kuafertiya mêran dike. Arjîn Guneş a 22 salî di kuaferek a ku bo mêran xizmetê dide de dest bi kar kiriye. Kuafera ku ji karê xwe gelek hez dike dibêje destpêkê li ser wê guvaşên civakî hebû û nêrîn ew bû ku şerm e jinek porê mêran çêke, lê ji ber ku wê ji karê xwe gelek hez kiriye rêya xwe neguhertiye.

Arjîn Guneş ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Di destpêkê de li wan gelek ecêb dihat. Paşê wek rewşek normal lê nêrîn. Heta piştî demekê piştgiriya min jî kirin. Bi taybetî piştgiriya malbata min bo min gelek girîng bû. Dayîka min jî kuafera jinan e. Ji zaroktiya xwe ve di nav vî karî de me. Min her dem dixwest bibim kuafera mêran.”

Arjîn Guneş ku kuafertiya wê wek kevneşopiyekê ji malbata wê tê hewil dide ku di qada kuafertiya mêran de mayîn de be. Hosteyê ku di kargeha xwe de cih daye Arjîn û kesên ku têne porjêkirin an jî porçêkirinê êdî qebûl dikin ku jin jî dikarin di kuaferên mêran de bişixulin.

Weysî Elîaçik dibêje: “Jin bi destê mêran xwe traş dikin. Wê demê mêr jî dikarin bi destê mêran xwe tarş bikin. Ya girîng jêhatin e.”

Welatiyekî din jî diyar dike: “Di nava jin û mêran de di vî karî de cudahî nîne. Herdû jî dikarin vî karî bikin. Her tişt pêş ketiye, teknolojî pêş ketiye.”

Arjîn Guneş ku dixwaze nîşan bide jin dikarin di civakê de û di jiyana kar de xebatên gelek baş û serkeftî derbixin holê, hewil dide ku di pêşerojê de ew bi xwe bibe xwediyê kargehek û di kargeha xwe de jî cih bide jinên ku weke wê difikirin û dixwazin bi xwe debara xwe bikin.