Suphî Oncel ku 55 sal in terzîtiyê dike: Eleqeya xelkê bo terziyan nemaye

Li Diyarbekirê pîşeyên ku bi keda destan tên kirin demekê di asteke gelek baş de bûn lê her ku diçe kêm dibin.
Suphî Oncel 55 sal in terzîtiyê dike
Suphî Oncel 55 sal in terzîtiyê dike

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê pîşeyên ku bi keda destan tên kirin demekê di asteke gelek baş de bûn lê her ku diçe kêm dibin. Suphî Oncel ê ku 55 sal in terzîtiyê dike jî hewil dide pîşeya xwe bidomîne. Terziyê bi ezmûn dibêje divê ji bo parastina pîşeyên bi keda destan tên kirin atolyeyên parastinê werin vekirin

Suphî Oncel. 65 salî ye. 55 sal in bi heman kelecanê sibê zû radibe û berê xwe dide dikana xwe ya terzîtiyê. Welatiyê bi ezmûn piştî derbasbûna salan, guherîna civakê, pêşketina teknolojiyê û guherîna şert û mercên mirovan xwe û pîşeya xwe wek roja destpêkê parastiye û bi keda destê xwe debara xwe dike. Suphî Oncel dibêje wî di zaroktiya xwe de dest bi terzîtiyê kiriye û ewqas ji karê xwe hez kiriye ku heke ne ji bo debarê be jî ew ê dîsa vî karî bike.

Suphî Oncel ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Min di 10 saliya xwe de dest bi vî karî kiriye. 55 sal in bênavber dixebitim. Em ji Mêrdînê hatibûn Diyarbekir û wê demê ber destê hosteyekî min dest bi kar kir. Berê xelkê zarokên xwe dianîn bo ku şagirtiyê bikin. Lê 20 sal in ti kesî wek şagirt serî li min nedaye.”

Terziyê ku xwedî ezmûneke girîng e, dibêje berê ji bo terziyan eleqeyeke baş hebû bo hemû cure cil û bergan daxwaz ji wan re dihatin û heta kesên ku tenê cil û bergên ji aliyê terziyan ve hatine çêkirin li xwe dikirin hebûn. Lê niha eleqeya xelkê ne wek berê ye û ji ber vê yekê jî terzî nikarin dahateke berketî bi dest bixin.

Suphî Oncel dibêje: “Debara min bi vî karî nabe. Di salekê de min taximek cil tenê firotiye. Ango di 10 mehên dawîn de min doh firotin kiriye. Zehmet e ev kar. Debara me pê nabe.”

Oncel di wê baweriyê de ye ku heke xwedî lê neyê derketin gelek pîşeyên bi keda destan tên kirin dê ji holê rabin û pêşniyar dike bo parastin û xwedîlderketina van pîşeyan divê saziyên fermî atolyeyan vekin û di van atolyeyan de perwerdehiya pîşeyên keda destan were dayîn.