HEZKURD banga xwedîlêderketina zimanê Kurdî dike

Hereketa Zimanê Kurdî HEZKURD li Diyarbekirê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî civînek çapemeniyê li dar xist.
HEZKURD belavokên bi zimanê Kurdî belav kirin
HEZKURD belavokên bi zimanê Kurdî belav kirin

Diyarbekir (K24) - Hereketa Zimanê Kurdî HEZKURD li Diyarbekirê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî civînek çapemeniyê li dar xist. Hezkurdê amaje kir ku ewê bo zimanê Kurdî nameyek ji UNESCO re rêkin û banga raya giştî kir ku xwedî li zimanê Kurdî derbikevin.

Li Diyarbekirê ji aliyê HEZKURDê ve bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî civîna çapemeniyê hat li darxistin.

Berdevkê HEZKURDê Barij Celalî di civînê de amaje kir ku divê hemû aliyên Kurdan xwedî li zimanê Kurdî derbikevin û divê Kurdî bibe sîwana hemû partî û rêxistinên Kurdan.

Celalî bang li desthilatê jî kir ku eger desthilat xwe wek misilman pênase dike divê hebûna rewa ya zimanê Kurdî qebûl bike ji ber ku di ola îslamê de jî hebûna zimanê cuda tê qebulkirin.

Barij Celalî got ku di rêxistina wan de cihê ciwanan jî gelek girîng e û wan cih daye gelek ciwanan jî. Di civînê de berovajiyê rêxistinên din ên Kurdistanî hebûna ciwanan balkêş hate dîtin.

Piştî civînê endamên HEZKURDê derketin kolanên Diyarbekir û broşurên ser de agahiyên fêrkirina reng, jimar û elfabeya Kurdî hene ji welatiyan re belav kirin.

Endamên HEZKURDê bi taybetî xwestin balê bikşînin ku gelek rêxistinên Kurdan piştî daxuyaniyan belav dibin û ti tiştek nakin, ji ber wê ew derketina kolanan û broşuran belav kirine.