Saziyên sivîl daxwaza fermîbûn û perwerdehiya zimanê Kurdî dikin

Li Bakurê Kurdistanê mijara perwerdeya zimanê Kurdî û xwedîstatubûna zimanê Kurdî êdî ne tenê mijara qada siyasî ye. Qada aboriyê jî û qada mafnasiyê jî daxwaza perwerdeya zimanê Kurdî dikin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Bakurê Kurdistanê mijara perwerdeya zimanê Kurdî û xwedîstatubûna zimanê Kurdî êdî ne tenê mijara qada siyasî ye. Qada aboriyê jî û qada mafnasiyê jî daxwaza perwerdeya zimanê Kurdî dikin û di vî warî de eger makezagoneke nû were nivîsîn saziyên sivîl dibêjin divê nasnameya Kurd jî tê de cih bigire.

Bi boneya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li Bakurê Kurdistanê gelek çalakî hatin li darxistin, daxuyanî hatin dayîn û helmet hatin destpêkirin. Di vê mijarê de gelek aliyên siyasî pêşengiya van xebatan kirin. Lê li Bakurê Kurdistanê êdî mijara perwerdeya zimanê Kurdî û xwedîstatubûna zimanê Kurdî ne tenê mijara qada siyasî ye. Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekir jî daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî dike.

Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê Mehmet Kaya dibêje mafê her mirovekî ye ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibîne û di wê baweriyê de ye ku di qada bazirganiya nav neteweyî de jî bikaranîna zimanê Kurdî pêdiviyeke girîng e.

Mehmet Kaya ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Mafekî gerdûnî yê her zarokekî ye ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibîne. Me jî wek saziyek sivîl piştgirî da helmetên fermîbûna zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê zikmakî.  Mixabin hîn jî li pêşiya Kurdî astengî u qedexe hene. Ji bo ku Kurdî bibe zimanê bazarê û xizmetên tendisrustiyê bi Kurdî werin dayîn xebatên me hene. Îro %65ê bazirganiya me bi Herêma Kurdistanê re ye û sedema wê ew e ku çand û zimanê me yek e. Em dibînin ku Kurdî di hemû qadên jiyanê de pêdiviyek e.”

Derbarê mafên nasnameyî de saziyên parastina mafên mirovan dibêjin divê mafê bingehîn bi yasayan werin gerentîkirin ku di sedsala 21. nenasîna mafê perwerdeya zimanê zikmakî kêmasî û paşmayîneke balkêş e.

Serokê Weqfa Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekir Murat Aba dibêje divê êdî nêrîna hember Kurdî were guherîn ku Kurdî bo ti kesî û ti aliyan ne gef e.

Murat Aba ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Tirkiye dibêje ez dewletek xurt im û endamê G20ê me û mafê perwerdeya Kurdî qebûl nake. Li Ewropa 3-4 zimanan perwerde tê dayîn lê Tirkiye qebûl nake. Divê mafê perwerdeya zimanê Kurdî were qebûlkirin. Divê di makezagonê de ev yek cih bigire. Bi dibistanên taybet ev pirsgirêk çareser nabe. Divê di dibistanên fermî de ev yek hebe.”

Saziyên Sivîl ên Bakurê Kurdistanê piştgiriya xwe bo helmeta fermîbûna zimanê Kurdî jî nîşan didin û bang dikin ku di amadekirina makezagoneke nû de cih bo nasnameya û perwerdeya Kurdî jî were dayîn ku eger di amadekirina makezagonek nû de li saziyên sivîl jî şewir were kirin ew ê projeyên xwe yên derbarê perwerdeya zimanê Kurdî de pêşkêş bikin.