HezKurd dixwaze qada kampanyaya zimanê Kurdî berfireh bike

Bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî, Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) li Diyarbekirê bi hezaran kartên rengan, hejmaran bi Kurdî û alfabeya bi Kurdî belav kiribûn.
HezKurd bi hezaran kartên rengan, hejmaran bi Kurdî û alfabeya bi Kurdî belav kiribûn
HezKurd bi hezaran kartên rengan, hejmaran bi Kurdî û alfabeya bi Kurdî belav kiribûn

Diyarbekir (K24) - Bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî, Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) li Diyarbekirê bi hezaran kartên rengan, hejmaran bi Kurdî û alfabeya bi Kurdî belav kiribûn. Piştî ev çalakiya di nava gel de pêk anîn, ji hin bajarên din jî gelek kesên sivîl li ser medya civakî, daxwaza wan kartan kiribûn.

Rêveberiya HezKurdê xwe amade dike ku, li bajarên Bakurê Kurdistanê yên din jî dem bi dem vê kampanyayê bidomîne. Bi vê mebestê, HezKurdê bi pêşengiya berpirsê kar û barên dîplomatîk Fethullah Elçî û bi rêveberiya HezKurdê ya li Şirnexê, heman çalakî pêk anî.

Rêveberê HezKurdê Fethullah Elçî dibêje ku: "Me hezar heb alfabeya Kurdî, kartên rengan û hejmarên bi Kurdî û belavokek li ser hişmendiya zimên, li kolanên Şirnexê di nava dikandaran, bazirganan, zarok û kesên medenî de belav kirin. Di dema belavkirinê de, em pir şanazbûn ku miletê me bi rastî jî bi awayekî pir germ û dilşad em pêşwazî kirin. Û me dît ku, hezar kart kêm in, divê bi deh hezaran belav bibin. Ji ber ku, yên ku me belav kirin, têr nekir û gelek kes destvala ma."

Elçî diyar kir: "Lê belê em soz didin ku, di demên pêş de emê vî karê xwe berdewam bikin û bi vî awayî hişmendî û hezkirina zimên bidin hezaran însanan û taybetî jî zarokên Kurd. Li gorî me, ku ziman nebe neteweyek jî nabe. Emê ti car nehêlin Zimanê Kurdî têk biçe."

Li gorî zanyariyên ku HezKurd dide, di rojên pêş de, çalakiyên wan yên sivîl û li qadan dê bidomin. HezKurd piştî ku li Amedê derket li qadan û di nava gel de karê pratîkî pêk anîbû, li ser medyaya civakî rastî eleqeyeke baş hatibû û bi hezaran însan karê wan ecibandibû.