Li Diyarbekirê daxuyaniya 347 saziyên sivîl hat astengkirin

Ji 21 bajarên Bakurê Kurdistanê 347 saziyên civakî yên sivîl bi navê Platforma Demokrasiyê ya Herêmê xwestin ku li Diyarbekirê bi daxuyaniyeke hevpar, binpêkirinên mafên mirovan şermezar bikin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Ji 21 bajarên Bakurê Kurdistanê 347 saziyên civakî yên sivîl bi navê Platforma Demokrasiyê ya Herêmê xwestin ku li Diyarbekirê bi daxuyaniyeke hevpar, binpêkirinên mafên mirovan şermezar bikin û daxwazên kurdan di qanûna bingehîn ya nû de cih bigirin. Lê belê hêzên asayîşa bajêr bi hêceta metirsiya belavbûna vîrûsa koronayê rê neda daxuyaniyê bidin. Rêveberên saziyên sivîl gotin ku; hemû cûre çalakî ji partiya desthilatdar e serbest in lê belê ji saziyên sivîl re qedexe ne.

Endam û rêveberên saziyên civakî yên sivîl bi navê Platforma Demokrasî ya Herêmê xwest in ku li Diyarbekirê li Parka Koşuyolu li ber Peykerê Beyanameya Gerdûnî ya Mafê Mirovan daxuyaniyeke hevpar bidin. Lê belê hêzên asayişa bajêr rê nedan çalakiyê. Endam û rêveberên saziyên sivîl derbasî Cemîyeta Rojnamevanan bûn lê belê li wir jî hatin astengkirin û rêya daxuyanî rojnamegerî ya girseyî nehat dayîn.

Sekreterê Lijneya Rêveber ya bajêr ya TMMOBê Dogan Hatun got; Serokomar bang li saziyên sivîl kiribû ku ji bo amadekirina qanûna bingehîn ya nû saziyên sivîl jî pêşniyarên xwe bînin zimên lê belê ew tên astengkirin.

Dogan Hatun ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Em dibêjin divê hûn kurdan jî wekî miletekê qebûl bikin. Ji ber vê yekê me xwest ku em ji Kurdistanê daxuyaniyeke bidin. Lê asteng kirin. Li metna daxuyaniya me jî nêrîn. Pandemî kirin asteng lê duhî AKPê bi deh hezaran kes re li cihê girtî kongre kir. Pandemî di cihên girtî de zûtir belav dibe, ew ji me re wekî asteng nîşan dan.”

Nûner û rêveberên 347 saziyên civakî yên sivîl amaje dikin ku li Tirkiye û Bakur pinpêkirinên mafên mirovan zêde bûne û bi danîna qeyûman û biryarnameyên bi hikmê zagonî gelek kes mexdûr bûne, di pêvajoya Covîd-19 de xizanî zêde bûye.

Hevserokê Giştî yê sendîkaya KESKê Mehmet Bozgeyîk got; wan dixwest bi çalakiyekê balê bikişînin ser rewşa grevên birçîbûnê û bi rêyeke demokratîk bang li hikûmetê bikin ku pirsgirêka kurd çareser bike lê belê destûra çalakiya wan nehat dayîn.

Mehmet Bozgeyîk ji Kurdistan24ê re eşkere kir: “Di heyama pandemiyê de li Tirkiyeyê gelek kes bêkar man. Desthilatdariyê ji ev pêvajo bikaranî û bi polîtîkayeke hişk bi ser muxalîfan de hat. Em li dijî danîna qeyûman, li dijî bêkariyê disekinin. Em dibêjin; divê daxwazên girtiyên ku li zindanan di grevên birçîbûnê de ne werin cîbicîkirin. Ji bo avakirina welateke demokratîk divê ev pirsgirêkên heyîn werin çareserkirin.”

Saziyên civakî yên sivîl rexneyan li polîtîkayên hikûmetê digirin û dibêjin; ew wek rêxistinên girseyî yên demokratîk dibêjin; ji bo aştiya civakî û pêşkeftina aborî, Tirkiye teqez hewceyî bi reformek qanûnî heye û divê pêşiya bikaranîna mafên azadiya derbirînê, mafê civîn û xwepêşandanê, mafê darizandinek adilane were vekirin.