Welatiyên ji Sûrê hatine derxistin nikarin dûrî wê bijîn

Di sala 2016ê de 50 avahiyên ku li kêleka Baxên Hewselê û ber Bircên Diyarbekirê bûn ji aliyê dewletê ve hatin valakirin û rûxandin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di sala 2016ê de 50 avahiyên ku li kêleka Baxên Hewselê û ber Bircên Diyarbekirê bûn ji aliyê dewletê ve hatin valakirin û paşê hatin rûxandin. Welatiyên ku ji wê rojê ve ji xanî û zeviyên xwe dur ketine dibêjin destê wan ji cihê bav û kalên wan nabe û her roj berê xwe didin cihê ku lê hatine dinê û lê mezin bûne.

Di nava sînorên navçeya dîrokî ya Diyarbekirê Sûrê de ku Baxên Hewselê yên navdar jî li xwe digire di sala 2016an de ji bo çêkirina Baxên Millet 50 avahî hatin valakirin û paşê jî hatin ruxandin. Welatiyên ku ji bav û kalen xwe ve li wê derê dijiyan jî hînî durmayîna ji warên xwe yên ku lê mezin bune û bîranînên wan ên zaroktiyê lê ne nebune. Gelek welatiyên ku li bin siya Bircên Diyarbekirê mezin bune gelek caran berê xwe didin erdên ku hîn jî tapoya wan di deste wan de ye. Saît Kiziler jî yek ji wan welatiyan e ku li vê derê çavên xwe li dinê vekiriye û dibêje bîranînên wî yên zaroktiyê li van deveran in û dema ku tê cihê lê hatiye dine bêhna wî fereh dibe.

Welatiyê mexdur ê ji Sûrê Saît Kiziler ji K24ê re got: "Ez li vê derê mezin bûm. Zaroktiya min li vê derê derbas bû. Eger ez neyêm vê derê jiyan nabe. Dema ku ez neyêm vê derê hewiya min nayê, dema ku ez neyêm ez xwe kêm dibînim. Xaniyê me li vir bû, hevalên me li vir bun, bîranînên min ên zaroktiyê li vir in. Ev der min dikêşe."

Welatiyên ku di sala 2016an de ji malên wan hatin derxistin neçar man ku derbasî xaniyên kire bibin û her çiqas bo demekê piştgiriya kire bo wan hatibe dayîn jî ev piştgirî hatiye qutkirin. Ahmet Kizilerê ku nekariye hînî şert û mercên jiyana nu bibe pirraniya bi malbata xwe re berê xwe dide cihê ku demekê hewşa xaniyê wî bu û liv ê derê karên xwe yên jiyana rojane didomîne. Ahmet Kiziler dibêje  ew bi zorê ji malên wan hatin derxistin û neçarê jiyanek ku qet nekaribin pesend bikin hatin kirin û dide zanîn ku ew hîn jî baca zevî û baxên xwe bi awayeke rêkupêk didin.

Ahmet Kiziler jî dibêje: "Ez gelek bêriya vê derê dikim. Dema ku ajal jî werin xwedî kirin li ku derê mezin bibin, bên berdan dîsa diçin li devera ku mezin bune. 40 salê min nav van deran de derbas bu. Zehmet e ku destê min ji vir qut bibe. Ez hînî nava bajêr nebume. Hedara min li wir nabe."

Welatiyên ku hem ji xaniyên xwe bune û hem bune kirêdar dibêjin piştî 5 salan dewletê xaniyên nu li welatiyên mexdûr belav kiriye lê li aliyekê pêvajoya darazê didome û li aliyekê jî her çiqas xaniyên nu li wan hatibe belavkirin jî tapoyên wan xaniyan radestê welatiyên mexdur nehatine kirin. Welatî li aliyekê çaverê ne ji dadgehê bo wan biryareke erênî debikeve, li aliyekê jî di warên xwe yên ku destên wan jê nabe jiyana xwe ya rojane didomînin.