Li Sûriyê 5 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Sûriyê hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane gihîştiye 1023 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Sûriyê 5 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyê wê vîrûsê gihîşt 1023 kesan.

Wezareta Tentirustiyê ya Sûriyê ragihand, di 24 demjimêrêm bûrî de 66 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Bi vî awayî, heta niha li Sûriyê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîştiye 15533 kesan, 1023 kesan jî canê xwe ji dest dane. Herwiha 9717 kes jî baş bûne.

Pêştir Rêxistina Human Rights Watch di raportekê de ragihand, amarên ku hikûmeta Sûriyê derbarê belavbûna vîrûsa Koronayê de belav dike ne rast in û hejmara kesên bi vîrûsê canê xwe ji dest dane, ji yên hatine ragihandin zêdetir e.