Qamişlo.. Amadekariyên Newrozê tên kirin, jin jî dibêjin: Cilên kurdî buha ne

Bi hatina heyva Adarê xelkên Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin kirîn û dirûtina cilên kurdî.
kurdistan24.net

Qamişlo (K24) – Xelk li Rojavayê Kurdistanê amadekariyên hatina cejna Newrozê dikin. Lê nirxê caw û qumaş gelek buha ye û welatî gazinan dikin. Bazirgan jî dibêjin tevger ne wekî salên berê ye.

Bi hatina heyva Adarê xelkên Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin kirîn û dirûtina cilên kurdî. Tevger li bazarê ne wekî salên borî ye, ew jî bi sedema buhabûna nirxê Dolarê Amerîkî li hember Lîreya Sûrî. Welatî dibêjin ku her tişt buha ye, lê Adar heyva cejna Newroz û jinê ye û gereke bi cilên kurdî were vejandin, ji ber wê jî xelk berê xwe didin kirîna caw û amadekariyên cejnê dikin.

Dirûtina cilên kurdî ji meha Sibatê ve dest pê dike, terzî jî bi berdewamî kar dikin û dibêjin tevger îsal lawaz e ji ber ku rewşa aborî ne baş e û ne her kes dikare cilên kurdî ji zarokên xwe re bikre nemaze kesên fermanber ku nirxê her cilekî digihe nêzî 50 Dolarî.

Rewşa aborî li Rojavayê Kurdistanê zehmet dibe û xelk gelek gazinan dikin, bêyî ti asoyên çareseriyê ji vê kirîzê re hebin, lê welatî bi her awayî amadekariyên cejna Newrozê bi kêfxweşî dikin ku cejna aram û azadiya gelê kurd be.