Mezlûm Ebdî: Em pêşwaziyê li biryara Parlamentoya Ewropayê dikin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêşwaziyê li biryara Parlemana Ewropayê ya derbarê vekişandina hêzên Tirkiyê ji bakurê Sûriyê dike.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêşwaziyê li biryara Parlemana Ewropayê ya derbarê vekişandina hêzên Tirkiyê ji bakurê Sûriyê dike.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li ser hejmara xwe tora civakî “Twitter” nivîsî: “Em pêşwaziyê li biryara Parlemana Ewropayê dikin ku tê de daxwaza vekişandina hêzên dagirker ên Tirkiyê yên neqanûnî ji bakurê Sûriyê dike. Em jî wek Parlamentoya Ewropayê yên li ser hewldanên qirkirina etnîkî ji aliyê Tirkiyê ve li dijî kurdên li Sûriyê bi fikar in.”

Parlamentoya Ewropayê di 11'ê Adarê de biryarek pejirandibû ku tê de dewleta Tirkiyê bi pêkanîna tawanên li Sûriyê tawanbar kiribû û banga derxistina leşkerên Tirkiyê ji bakurê Sûriyê kiribû. Her wiha di biryarê de hebûna Tirkiyê li Sûriyê bi "dagirkerî" hatiye binavkirin.