10 sal ji krîza Sûriyê, asoyên çareseriyê ne diyar in

Di şerê navxweyî yê 10 salan de, zêdetir ji 370 hezar kes hatine kuştin û bi milyonan jî kes derbider, koçber û penaber bûne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 10 sal di ser destpêkirina krîza Sûriyê re derbas dibin. Di şerê navxweyî yê 10 salan de, zêdetir ji 370 hezar kes hatine kuştin û bi milyonan jî kes derbider, koçber û penaber bûne. Netewên Yekgirtî jî dibêje, şerê 10 salan, bûye sedem ku rêjeya hejariyê li Sûriyê bigihe 90 ji sedî.

Şoreşa Sûriyê ya roja 15ê Adara 2011an bi xwepêşandanên aştiyane destpê kir, lê ji sala 2012an de bû şerekî navxweyî û milmilaneyeke çekdarî di nvbera rêjîmê û opozîsyon de û gelek kesên sivîl di vê kirîzê de bûne qurbanî.

Li gor amarên Netewên Yekgirtî di şerê 2011 – 2021an de, 370 hezar kes hatine kuştin. 6.6 milyon kes koçber bûne, ji wan ji sedî 83 li welatên cîranên Sûriyê (Kurdistan, Iraq, Tirkiye, Urdin, Lubnan) ne.

Şerê 10 salan wêraniyeke mezin jî li pê xwe aniye û ji bo dubare avedankirina Sûriyê jî, pêwîstî bo 800 milyar Dolar heye.

Li gor Pirograma Xwarina Cîhanî, 12.4 milyon kes di nava Sûriyê de rastî kirîza birçîbûnê hatine. 5.2 milyon kes pêwîstiya wan bi alîkariyan hene. Ji sedî 90 jî di bin hêla hejariyê de ne.

Li ser dirêjehiya 10 salên krîza Sûriyê, 5 nûnerên navdewletî ji bo Sûriyê hatin guhertin, lê hîn jî ti pêşketinek di proseya siyasî de çênebûye. Komîteya Destûrê Sûriyê jî hîna dest bi darştina naveroka destûr nekiriye, belkû hîna aliyê hikûmetê û aliyê opozîsyonê li ser rênimayên sereke yên destûrê li hev nekirine.