Stanbêja Sûriyê ya navdar Meyade Bisêlîs koça dawiyê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermenda navdar a Sûriyê Meyade Bisêlîs ji ber nexweşiya penceşêrê, îro di 54 saliya xwe li bajarê Helebê koça dawiyê kir.
Hevjîna Meyade Bisêlîs, mûzîkjen Semîr Kiwêfatî ku berî 3 hefteyan nûçeya nexweşiya hevjîna xwe ragihandibû, şeva borî ragihand, Meyade Bisêlîs li mala xwe koça dawiyê kir.
Stranbêj Meyada Bisêlîs di sala 1967an de li bajarê Helebê ji dayik bûbû û ji neh saliya xwe ve di Radyoya Helebê de dest bi karê stranbêjiyê kiribû.
Bisêlîs ji sala 1986an ve 14 album derxistine û gelek konser li navxweya Sûriyê û welatên cîhanê li dar xistine, ji wan jî li bajarê San Francisco yê Amerîkayê, li Mala Opera ya Madrîdê û li Mala Opera ya Misirê.