Newroz bi girtina rêkarên tendirustiyê tê pîrozkirin

Newroza îsal ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê, ji salên pêştir cuda ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro yekem roja cejna Newrozê ye. Li gor biryara Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, biryar ji welatiyan re hatiye dayîn ku bi girtina rêkar û rênimayên tendirstiyê, serdana navçeyên geştiyariyê bikin. Biryar e jî li Diyarbekirê Newroza mezin li qada bajêr were kirin.

Îro roja yekem a cejna Newroz û sersala kurdî ye û xelkê Herêma Kurdistanê ji danê sibê ve berên dane seyrangehan û Newroza xwe pîroz dikin. Lê Newroza îsal ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê, ji salên pêştir cuda ye û li Herêma Kurdistanê xelk nikarin di dilê xwe têkelî hevdu bibin.

Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê Hesen Kosen da zanîn, biryar bû ahenga Newrozê di demjimêr 10:00 de destpê bikira, lê ji bo demjimêrekê hat paşxistin.

Di wê derbarê de, Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî di peyamekê de cejna Newrozê li welatiyan pîroz kir û ji daxwaz ji wan kir ku pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û xwe û civakê biparêzin.

Da zanîn jî, li qada Newrozê dê bîranîna Kemal Kurkut ê di Newroza sala 2017an de ji aliyê endamekî polîs ve hatiye şehîdkirin were kirin. Piştre jî di demjimêr 11:20 de jî agirê Newrozê dê were vêxistin û hin gotar dê bêne xwendin. Herwiha stran jî dê bêne gotin.

Destnîşan kir jî, Komîteya Amadekar ya cejna Newrozê daxwaz ji welatiyan dike, bi danîna maskan Newroza xwe pîroz bikin.

Ji aliyekî din ve, peyamnêrê me li Qamişlo Ekrem Salih diyar kir, îro ji danê sibê ve bi hezaran welatiyên bajarê Qamişlo û hemû gund û bajarokan berên xwe dane cihên ahengên Newrozê û bi dilxweşî Newroza xwe pîroz dikin.