Tîmên herî baş ên 10 salên dawî li cîhanê hatin ragihandin

Federasyona Navneteweyî ya Dîrok û Amarên Futbolê (IFFHS) lîsteyek ji 140 tîmên herî baş ên futbolê amade kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Federasyona Navneteweyî ya Dîrok û Amarên Futbolê (IFFHS) lîsteyek ji 140 tîmên herî baş ên futbolê yên di navbera 2011'an heta 2020'an de amade kir.

Di rêza yekem a lîsteyê de nûnerê Spanyayê Barcelona bû ku di navbera van salan de 2877 pûan tomar kir. Li hemberê hevrikê wê Real Madrîd bi 2782 pûanan, bû duyemîn û tîma Bayern Munchen a Almanyayê jî bi 2594.5 pûanan bû sêyemîn.

10 tîmên di serê lîsteyê de bi vî awayî ne:

1) Barcelona
2) Real Madrid
3) Bayern Munchen
4) PSG
5) Atletico Madrid
6) Juventus
7) Chelsea
8) Manchester City
9) Manchester United
10) Arsenal