Tirkiye di Palaftinên Mondiala 2022an de, Hollanda şaş kir

Hilbijardeya Tirkiyê bi 4 golan li hember 2 golan bi ser hilbijardeya Hollandayê ket.
AFP MURAD SEZER / POOL
AFP MURAD SEZER / POOL

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Tirkiyê di yekem yariya xwe ya Palaftinên Mondiala 2022an li Qeterê de bi 4 golan li hember 2 golan bi ser hilbijardeya Hollandayê ket.

Şeva borî di koma 7an a Palaftinên Mondiala 2022an li Qeterê, hilbijardeya Tirkiyê li Ataturk Olimpiyat Stadyumu mêvandariya hilbijardeya Hollandayê kir.

Di yariyê de, hilbijardeya Tirkiyê bi 4 golan li hember 2 golan bi ser hilbijardeya Hollandayê ket û yarîzanê Tirkî Borak Yilmaz karî 3 golan tomar bike.

Bi vê serketinê re, hilbijardeya Tirkiyê sê pûanan di Grûba G de bi dest xistin û bû yekema grûpê ku hilbijardeyên Montenegro, Gibraltar, Norwêc û Letonya di nav de ne.