Mezlûm Ebdî: Divê welatên cîhanê welatiyên xwe ji kampa Holê derbixin

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî bang li welatên cîhanê dike, welatiyên xwe ji kampa Holê vegerînin welatê xwe.
Kampa Holê
Kampa Holê

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bang li welatên cîhanê dike, welatiyên xwe ji kampa Holê vegerînin welatê xwe.

Ji ber zêdebûna kiryarên kuştina koçberan di kampa Holê de, duhî hêzên HSD, asayiş û YPGê dest bi operasyoneke berfireh di nava kampê de kir, di wê derbarê de Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li hejmara xwe tora civakî “Twitter” nivîsî: “Hêzên me ji bo girtina sûcdarên DAIŞ'ê û parastina sivîlan, li kampa Holê dest bi operasyoneke ewlehiyê kir.”

Herwiha Mezlûm Ebdî nivîs: “Em bangawaziya xwe ji welatên derve re nû dikin ku welatiyên xwe vegerînin welatê xwe û alîkariya mirovî zêdetir pêşkêşî kampa Holê bikin, da ku rewş û aramiya kampê baştir bibe.

Di operasyona duhî ya HSDê di nava Kampa Holê de 9 kes hatin desteserkirin, yek ji wan serkirdeyekî DAIŞê yê bi navê Ebû Seid El-Iraqî bû.

Kampa Holê li bajarê Heseke ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Niha li gorî rayedarên Neteweyên Yekgirtî 62 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.

Li gor Berdevkê Fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El-Hesen, haltên kuştinê di nava kampê de zêde bûne û ji destpêka îsal û heta niha DAIŞê 47 kes di hundir kampê de kuştine.