"Di operasyona Kampa Holê de 53 çeteyên DAIŞê hatin girtin"

Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser encamên du rojên Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê, civîneke çapemeniyê li dar xist.
Civîna çapemeniyê ya Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Civîna çapemeniyê ya Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser encamên du rojên Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê, civîneke çapemeniyê li dar xist û eşkere kir ku heta niha 53 çekdarên DAIŞê hatine girtin.

Di civîna çapemeniyê de Berdevkê Hêzên Ewlehiya Navxwe Elî El Hesen daxuyanî xwend û Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kîno Gabrîel, Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd û Endama Fermandariya Giştî ya Meclisa Herêma Cizîrê Evînar Dêrik jî amade bûn.

Berdevkê Hêzên Ewlehiya Navxwe Elî El Hesen diyar kir: “Li ser esasê erka me ya mirovî, qanûnî û exlaqî, hêzên me di 28ê Adarê de bi desteka QSD, YPG û YPJê li Kampa Holê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê da destpêkirin. Operasyon piştî ku gelek şêniyên kampê ji aliyê şane û endamên DAIŞê yên li kampê veşartî ve rastî kuştin û tundiyê hatin, herwiha piştî hewldanên çeteyan ên belavkirina fikrê terorîst û tundrew di nava zarokên biçûk de, hat destpêkirin.”

Elî El Hesen eşkere kir ku ew pabendî mafên mirovan û peymanên navneteweyî ne ku mafên mirovan diparêzin û got: “Hêzên me di operasyonê de li gorî pîvanên mirovî tevdigerin. Di du rojên borî de û heta niha 53 çeteyên DAIŞê û di nav de 5 berpirsên şaneyên ku bûyerên terorê û tundî li kampê pêk dianîn, hatin girtin. Her wiha gelek telefonên destan û laptopên ku tê de agahiyên li ser şaneyên terorîstan hene, hatin desteserkirin.”

El Hesen destnîşan kir: “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja sêyemîn de bêyî astengî yan pirsgirêkek ku bibin sedema derengmayîna operasyonê, bi rêve diçe.”