Biryara (688) karîbû qirkirina kurdan rawestîne

Biryara (688) pirsa kurd ji pirseke navxweyî kir pirseke navdewletî.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berî 30 salan û di Buhara sala 1991 'an de, gelê Başûrê Kurdistanê li dijî zilm, zordarî û desthilata rejîma Beis a Iraqê koç kir û desthilata wê rêjîmê li ser Kurdistanê red kir, ev jî bi koçberiya milyonî hat binavkirin. Di encamê de pirsgirêka kurd kir pirseke navnetewî û kurd berjewendiya xwe ya bilind a netewî û mirovî kir peyameke rasteqîne û rewşa bêkesî û bêpiştevanî guhart û kir piştgiriya navneteweyî ku Danielle Mitterrand û Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê wê demê James Baker rolek girîng lîstin û xeta 36 hat diyarkirin û biryara 688'an hat derxistin, ji ber wê vê biryarê dikaribû qirkirina Kurdan rawestîne.

Koçberiya milyonî ya kurd di sala 1991'an de ku tê de gelê Başûrê Kurdistanê li dijî desthiladarî û zulma rejîma Beis koçber bû, pirsa kurd ji pirseke navxweyî kir pirseke navneteweyî û vê yekê jî hîşt piraniya welatên herêmê, Ewropa û Amerîka werin ser xetê û xeta 36 danin û  Neteweyên Yekgirî di 5ê Nîsana 1991an de biryara 688 ya taybet Herêma Kurdistanê derkir û naveroka biryarê jî devera "dijefirînê" an jî "devera aram"bû  ku êdî rêjîma Beis nema dikare êrîşî Kurdistanê bike.

Wezîrê Derve yê wê demê yê Amerîkî James Baker, rola wî ya mezin di çespandina wê biryarê de hebû û her (5) endamên daîmî yên Encûmena Asayişa Neteweyî li dijî biryarê mafê Vetoyê bikar neanîn.

Serokê Enstîtuya Lêkolînên Amerîkî-Kurdî Karox Xoşnaw ji K24ê re got: “Rola James Baker ya sereke hebû ku biryara 688 derkeve. Rola wî ya girîng hebû, hem di derkirina wê biryarê de û hem di veguhastina pirsa kurd ji pirseke navxweyî bo pirseke navdewletî, ligel wê jî bi saya vê biryarê, hikûmet û parlamentoya Kurdistanê hat damezirandin.”

Biryara 688 ya Neteweyên Yekgirtî ji bo cara yekê ye pirsgirêka kurd kir pirsgirêkeke navnetewî û bû sedema parastina Herêma Kurdistanê. Ew biryar jî bû sedem ku hikûmet û perlemantoya Kurdistanê were damezirandin û Herêma Kurdistanê bigihe vê qonaxê.

Pisporê Pêwendiyan Sersam Xelîl got: “Biryara 688 a Neteweyên Yekgirtî, roleka girîng di avakirina hikûmet û parlamentoya Kurdistanê de hebû. Di heman demê de jî dibe egera avabûna dewleta Kurdistanê û şûda wê ji bo parçeyên din ên Kurdistanê jî heye, ji bo aştî û aramî bicih bibe.”

Herêma dijefirînê ew sînor e ku niha di bin desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye û Danielle Mitterrand hevjîma Serokê Fransa yê wê demê yek ji wan kesan bû ku roleka sereke di birina pirsa kurd bo Encûmena Asayişa Navdewletî de hebû û bû eger ku biryara 688 a Neteweyên Yekgirtî derbarê "herêma aram" de derbikeve.