Rêzgirtina taybet ji Messi re li Camp Nou

Messi bi Fc Barcelona re bû lîstikvanê herî zêde beşdarî di lîstokên fermî de kiriye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Fc Barcelona dilxwaz bû ku rêzê li stêra xwe ya Argentinî Lionel Messi bigire, piştî ku ew di dîroka tîma Katalanî bû lîstikvanê herî zêde beşdarî di yariyên fermî de kiriye.

Berî destpêkirina yarîya Barcelona li hember Valladolid li Camp Nou duhî Duşemê, piştî ku bû lîstikvanê herî zêde beşdar di yarîyên fermî yên Barcelona de kiriye, Messi kirasekî taybet û bi vê yekê hejmara Xavi Hernandez şikand.

Messi beriya destpêkirina yarîya li hember Valladolid bi malbata xwe û lîstikvanan re wêneyên bîranînê bi kirasê dîrokî girtin.

Piştî ku Messi beşdarî di yariya li hemberî Real Sociedad de kir û Barcelona bi 6 - 1 bi ser ket, Messi bi 768 lîstikan beşdarî di yariyên fermî de de kiriye û rekora efsaneya wê tîmê Xavi Hernandez şikand ku di 767 lîstikan de rawestiya.